Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gomanbarê Duyan yê Pilandanerê Êrîşan li Almaniya Tê Girtin


Ajansa Associated Press (AP) roja çarşemê ji Berlin ragihand ku, kesê duyan yê tawanbar bi pilankirina encam dana êrîşan li Almaniya li rojavayê welat hat girtin.

Polisê Almaniya ji bajarê Duisburg li rojavayê welat da zanîn ku wan roja çarşemê kesê duyan yê tawanbar bi pilankirina encamdana êrîşan li Almaniya binçav kirîye, polîs ev yek ragihand bê ku hîç pêzanînek din bide.

Ev kes ji aliyê hêzên ewlekariya Almanî de hat girtin piştî roja Îna borî kesekî Sûrî yê daxwazkarê penaberiyê li Almaniya bi tawana encamdana êrîşan hat bû girtin.

Heftiya borî kesekî Sûrî yê 24 salî, yê daxwaza penaberiyê kir bû li Almaniya li Mutterstadt ha girtin piştî kesekî bi şêweke nepenî îfade liser pilana êrîşkariyê liser wî kesî dabûn.

Wezîrê navxwe yê eyaleta Nord Rhine-Westphalia da zanîn ku "hîç metirsiyek tehdîdkariyê nînin".

XS
SM
MD
LG