Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

650 Leşkirên Almanî Dê Beşdarî Tevgerek Nû ya NATO ya li Dij DAIŞê Bibin


Ajansa Reuters ji Berlin ragihand ku, roja çarşemê hikûmeta Almanî ronahiya kesk jibo hinartina 650 leşkiran pêxst daku, biçin beşdariyê di operasiyonek nû ya NATO yê de bikin, li derya naverast jibo bersîngirtina DAIŞ ê ya bi qaçaxîbirina çekan.

Almaniya dê di vê tevgera nû ya NATO yê de berdewam bibe heta dawiya sala 2017an. da ku hewildanên DAIŞê yên qaçaxçitiya çekan di ava derya naverast de nehêlin, di demên pêwîst de, dibe ku Almaniya hejmara leşkerên xwe zêde bike.

Almaniya dixwaze rolekî çalak tir bilîze di nava hêzên leşkirê Ewropa û yê hevpeymaniya NATO yê de, wezîra berevaniya Almanî Ursula von der Leyen daxwaza nûjen kirina çek û pêdiviyên leşkirê Almanî dike.

Welatên endam di NATO yê de, di civîna xwe ya Tîrmehê li Poloniya biryara pêkanîna tevgerek leşkerî dabûn di derya naverast de, bi armanca rêgirtin li DAIŞê nikare êdî hewildanên xwe yên qaçaxşîtiya çekan berdewam bike.

XS
SM
MD
LG