Lînkên eksesibilîtî

Ebdilezîz Remdan: Rewşa Penaberên Sûrî Bi Siyaseta Partiyên Almanî ve Girêdayî Ye


Ebdilezîz Remdan

Li Almanya danûstendinên siyasî gûr bûne di nav partên wê yên siyasî de, di derbarî rewşa penaberên Sûrî, ku ji 2 salan ve jimareke mezin ji wan ketin bin biryara qedexekirina anîna malbtan. Lê nihe dibe ku, ew biryar bê rakirin û maf bidin 40,000 penaber bo malbatên xwe bînin Almanya.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rêvebirê rêxistina DOZ ya aştî û demkratiyê re kir, di derbarî wan dan stendinên ku di parlamena Almanî de dibin.

Birêz Ebdilezîz dibêje, rewşa penaberan bi helwesta partiyên siyasî ve girêdayî ye, û parlamena Almanî bi dengdanê biryarên xwe distîne. Ji bre wê hîna ne zelal e, ku biryara qedexekirina anîna malbatên penaberan bê hilanîn lê ew bi xurtî tê giftûgo kirin.

Her wiha jî, birêz Ebdilezîz got:" penaberên ku, mafê rûniştina salekê stendine, divê ku, ew cihê lingê xwe li Almanya bigrin, bi xwendin û karan ve, da ku, nekevin ber tu biryarên qewitandinê ji Almanya".

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG