Lînkên eksesibilîtî

Avakirina Hikûmeta Nû ya Almanya Rastî Astengiyan Tê


Angela Merkel û Martin Schulz

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel di hewildanan de ye, bo avakirina hikûmetek nû, lê hêjî astengî di rêya avakirna hikûmetê de hene.

Pêncşemê Martin Schulz serokê Partiya Sosyal Demokrat "SPD"ê got, ew di gelek xalên hevbeş de ligel partiya Mihafizkar ya Kirîstiyanên Demokrat CDU ya ku, şêwirmend Merkel serokatiya wê dike pêkhatine, lê dîsan "astengiyên mezin "hêjî hene divê ew bihên hilandin berî beşdariyê di hikûmetek hevpeymanî de bikin".

Piştî sê mehan ji encamdana hilbijartinan, hêjî danûstendinên avakirina hikûmeta Almanî tên berdewam kirin, Pêncşemê dîsan civînên rêxweşkirinê di navbera berpirsên partiyên CDU û SPD de hatin berdewam kirin berî derbazî qonaxa hûrgiliyên avakirina hikûmetê bibin.

Schulz got, partiya wan SPD beşdarîyê di hikûmeta hevpeymanî de nake, heta piştrast dibe ku, ew hevpeymanî dê Ewropa bihêz bike, dîsan got, partiya wan gelek pêşniyar roja Pêncşemê di vî warî de pêşêkş kirine.

Angela Merkel ji aliyê xwe ve got, astengiyên mezin di navbera CDU û SPD de hene divê ew astengî nemînin heta ku, dest bi danûstendinên fermî bikin bo avakirina hikûmetê, herwiha Merkel berî civînê got bû "îro dê rojek bi zehmet be".

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG