Lînkên eksesibilîtî

Almanya Daxwaz ji Amerîka Dike Derbarê Sizayên Ser Rûsya bi YE re Bişêwir E


Brigitte Zypries wezîra Aborî û Enerjîya Almanya

Wezîra aborî ya Almanya Brigitte Zypries roja Sêşemê daxwaz ji Amerîka kir, daku bandora xerab ya sizayên ser Rûsya negihe wealtên Ewrûpî, daxwaz dikin Amerîka bi wan re bicive.

Weke wezîra Alman dibêje, divê, ew kampaniyên Ewrûpî yên têkiliya wan bi Rûsya re heye, bi taybet şerîketên di warê enejiyê de, ji dervey ambargoyê bimînin û siza liser wan şerîketan neyên sepandin.

Zypries dibêje"gefên Amerîka yên siza sepandinê, eger ku, şerîketên Ewrûpî jî, bikevin di nav de, ev yek nayên qebûl kirin", wezîra Alman herweha got, divê "Amerîka bi welatên Ewrûpî re, liser maseyê rûne û çareserîyeka maqûl û dadmend bo hemû aliyên bihê dîtin".

Berpirs û karsazên Alman dibêjin, dibe sizayên nû yên Amerîka liser Rûsya rêgir bin di riya projeyê boriyên enerjiyê de ku, ev proje gelek giringe bo Almanya.

XS
SM
MD
LG