Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alamnya Du Kesan bi Sûcê Terorê Dadgeh Dike


Li gor dozgeran, roja Sêşemê kesek 37 salî yê Surî derbarê piştgirî kirina DAIŞê, bi rêka berdest kirina rênimayên çêkirina bombeyan û gonehbariyên din bi awayek fermî li Almaniya hatiye tometbar kirin.

Ew zelam, ku nehatiye nasandin, hatiye tometbar kirin ku di navbera meha 7 û meha 12 sala 2016an de vîdeo li ser medya civakî veşandine ku tê de ew daxwaza pştgiriyê ji DAIŞê re dike û dixwaze endamên nû bo wê grûpê peyda bike.

Karbidestên Almanî dibêjin ku, ew lêkolînê li weşana peyamek din diken ku tê de, wî gomanbarî pesina kuştina nivîskarê Ordunî Nahed Hattar kirî ye, ku li welatê Urdunêrexnegirek sereke yê DAIŞê bû.

Ji aliyek din ve, Dadigeha bilind yaa Almaniya dîport kirina zelamek Turk yê mehkûm kirî bi piştgiriya terorîzmê hilpisartiye û dibêje dadgeha jêrîn bi awayek hejî red kirîye ku, eger ew bo Tirkiyê bête hinartin dikare rastî eşkencê were.

Dadgeha destûrî ya federalî roja Sêşemê got ku, hemwelatiyê Tirk ku li Almaniya ji dayik bûye û navê wî nehatiye eşkere kirin, di sala 2015an de li ser piştgiriya grûba tondrê ya Îslamî, Cund al-Şamli Sûriyê bi pere û alîkariyên din, hatiye darizandin û mehkûm kirin.

Li sala 2016an, Ferman hatibû dan ku ew bo Turkiyê were dîport kirin, lê wî daxwaza pêde çûna wê biryarê kir û da zanîn ku ew dikare rastî eşkencê bibe.

XS
SM
MD
LG