Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirîza Dîplomasî di Navbera Tirkîyê û Almanya de


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, rastê, Angela Merkel Şêwirmenda Almaniya.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, rastê, Angela Merkel Şêwirmenda Almaniya.

Piştî girtina rojnamegerê "Die Welt" yê Tirkîyê Denîz Yucel, serokwezîra Almanya Angela Merkel, di daxuyanîya xwe de dîyar kiribû ku ji bo Denîz Yucel bê berdan çi ji destê wan bihê ewê bikin.

Ji aliye xwe de serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî, derbarê Yucel de gotibû ku ev nûnerê PKK’ê û ajanê Almanya ye û xwe li konsulxaneya Almanya veşart bû

Almanya li ser girtina Denîz Yucel û Axaftina serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, civîna wezîrê Dad'ê Bekîr Bozdag, ku di 2 yê Adarê de

dê li bajarê Gaggenauyê yê Almanyayê bibûya, betal kirin.

Bozdag bertek nîşan da û got: “kiryarên li hember me kiryarên faşistin û nirxên demokrasîyên digrin ber nigan”.

Wezîrê Karên Derve Mevlûd Çavûşoglû jî daxuyanî da û got:

“karekê sîstematîk yê dewleta kûr ya Almanya ye. Ev tevgera Almanyayê bi rastî ne li gor mafê xwe îfadekirinê, demokrasî an jî mafê kombûnê ye.Heke hûn bi me re kar bikin hûn mecbûr in fêr bibin ka tevgerên we yên bi me re divê di çawan bin.”

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan şevê din, di bernameya 8’ê adarê de,bi tûndî bersiva Almanayê da û got:

“Almanya nahêle ku hevalên me biaxivin "Ey Almaya! ti eleqaya we bi demokrasîyê tuneye, kiryarên we yên niha ji kiryarên Nazî ne cuda ne”.

Hêjayê gotinê ye ku ne tenê ji Almayayê ji Ewrûpyê jî bertekekên mezin di derbarê referandûm û girtina rojnamegeran de tê dayîn. Serokê Partiya Azadiyan ê hollandayî Geert Wilders ragihand ku bila beriya referandumê hatina wezîrên Tirk were qedexekirin.

Herwiha Serokwezîrê Avustûrayayê Christian Kern jî diyar kir ku desthilata Tirkîyê dixwaze bîne, ji bo têkiliyên Tirkîye û Yekîtîyên Ewrûpayê ne başin û zirarê dide demokrasî û mafê mirovan. Wî xwest ku têkilîyên Tikrîyê bi Yekîtîyên Ewrûpayê "YE" re were bidawî kirin.

Kirîza di Navbera Tirkiyê û Almaniya de
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG