Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Fikarên Amerîka Divê Peymana Navokî Pûç Neke


Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas
Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dîyar kir ku Ewrupa bo peymana navokî ya bi Îranê re bi awayekî yekgirtî tevdigere.

Maas, piştî hevdîtina bi Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Bolton re pirsên rojnamevanan bersivandin.

Wezîrê Alman dîyar kir ku jiber pûçkirina peymana navokî ya bi Îranê re ewê Tehran jinûve dest bi bernameya navokî bike û ewê dijî ewlekarîya Ewrupa bibe ‘’gefeke mezin’’

‘’Ewrupa ser peymana navokî ya bi Îranê bi awayekî pir pir yekgirtî tevdigere û ewê neguhere. Em li dora xwe ya berfireh naxwazin ku çekên navokî belav bibin’’ Maas got.

Maas da zanîn ku ‘’welatên Ewrupî fikarên Amerîka yên derbarê muşekên balîstîk yên Îranê fehm dikin, lê divê ew fikar peymana navokî pûç neke’’

Maas dîyar kir ku Amerîka bo Almanya hevalbendeke girîng e û got ku wî û Bolton li hev kiriye ku ‘’dîyalogeke’’ eşkere bidomînin

XS
SM
MD
LG