Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya 3 Bergumanên DAIŞ'ê li Bakurê Welêt Desteser Dike


Wezîrê Navxweyî yê Almanya Thomas de Maiziere

Karbidestên Almanî dibêjin, wan 3 endamên berguman yên DAIŞ'ê desteser kirin ku guman heye sala borî ji alîyê wê rêxistinê ji Almanya re hatine şandin.

Wezîrê Navxweyî yê Almanya Thomas de Maiziere li Berlînê ji nûçegîhanan re got ku ew 3 berguman ji ser herêma Balkanan hatine Almanya û li bakurê welêt hatine desteser kirin.

Maiziere da zanîn ku kesên desteserkirî bi êrîşkarên Parîsê re heman qaçavcîyên mirovan kar anîne û xwedîyê heman pasaportên sexte bûne.

“Ew kes di nava Mijdarê de hatin Almanya û ji wê demê heta niha di bin çavdêrîyê de bûn. Heta niha di destê me de agahîyên zelal tune ku planeke wan ya êrîşeke konkrît hebû."

Maiziere bal kişand ku reng e ew kes beşeke ji jora razayî ya DAIŞ'ê bin.

XS
SM
MD
LG