Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Ser Têkoşîna Dijî Koçberîyê Alîkarîya Almanya û Brîtanya Dixwaze


Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerald Darmanin

Wezîrê Navxweyî yê Fransa Gerald Darmanin îro Pêncşemê dîyar kir ku Brîtanya, Belçîka û Almanya divê bo têkoşîna wan ya dijî koçberên neqanûnî û qaçaxçîyên mirovan pirtir alîkarîyê bikin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku Darmanin piştî fetisîna 27 koçberên li kanalê, ji radyoya RTL re daye zanîn ku pîyasaya Brîtanya ya kar rê li ber hewesa koçberîyê vedike.

‘’Ew kêşeyeke navneteweyî ye. Em ji dostên xwe yên Brîtanî, Belçîkî û Alman dixwazin ku di têkoşîna dijî bazirganên mirovan de alîkarîya me bikin.’’ Darmanin got.

Wî dîyar kir ku polîsên Fransa ser fetisînên do Çarşemê pênc kes desteser kirine û da zanîn ji kesên sax filîtîne yek ji Somalîyê ye û yê din jî ji Îraqê ye.

Wezîrê Fransa dîyar kir ku ew û Brîtanya divê bi hevdu re bixebitin û got ku London rê li ber koçberan nagire ku ew li beravên wê danekevin.

Darmanin dîyar kir ku rêvebirîya Brîtanya ya ser koçberîyê xirab e.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG