Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dijî COVID -19 Tedbîrên Nû yên Pêşîgir Radigihîne


Li Almanya dema vîrusa korona

Almanya îro Çarşemê bi armanca kêmkirina rêjeya bilind yên pêketinên rojane yên vîrusa korona biryarên nû radigîhîne û tevahîya firoşgeh û dibistanan digire.

Lê, hejmara bûyerên rojane yên nû bi rengekî rekorî zêde dibe.

Almanya di heft rojên dawî de jibo her 100.000 welatîyan 179.8 kuştinên bi sedema vîrusê ragihandine.

Ev rêjaya ji pêzanînên Enstîtuya Robert Koch ku hefteyek berê bo her 100.000 welatîyan wek 149 dîyar kiribû, zêdebûnek nû û berbiçav e.

Enstîtuyê îro agihand ku li 16 eyaletên Almanya 952 kesên din jî jiber vîrusê mirine û îro hejmara mirinan ji roja berê bilindtir bûye.

Ew hejmar ji tomara berê ya rojane ku Înê wek 598 mirin bû, pir bilintir e, lê di ragihandina roja Sêşemê de pêzanîn du rojan ya eyaleta Saksonya tunebû.

Bi wan hejmarên mirinên giştî yên pandemîyê li Almanya gîheşt 23.427 kesan.

Almanya di Cotmehê de û di destpêka Mijdarê de tedbîr û qedexeyên sivik ragihandibûn, bar û xwaringeh girtibûn, lê firoşgeh vekirî hiştîbûn.

Tedbîr û qedexe di pêketinên nû yên rojane kêmtir kiribûn, lê nekarîbû ku ti temamî dawî li belavbûna vîrusê bianîya.

Li Almanya bilî girtina firoşgehan û perwerdeya ji malê ya zarokan jibo çend rojên berî betlaneyên Noelê, civînên taybet bo du malbatan herî zêde têne bi pênc kesan têne sînorkirin.

Lê, firoşgehên xwarinê, dermanxane, benzînxane, bank, firoşdikanên dara Sersalê û karsaziyên din yên ku wek xizmetên bingehîn têne hesibandin, dikarin vekirî bimînin.

XS
SM
MD
LG