Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Girêdayî Êrîşa DAIŞ'ê ya Parîsê Bergumanekî Bosnayî Desteser Kir


Karbidestên Almanî îro Pênşemê ragihand ku zilamekî Bosnayî, ku guman heye di êrîşa Dewleta Îslamî ya li Parîsê cîh girtiye, li eyaleta Saksonya hate desteser kirin.

Dozgeran got ku bergumanê 39 salî, di encama lêpirsîna derheqa e dirêj de, hefteya çûyî hate desteser kirin û ew niha binçavkirî ye ku ji Belçîka re were şandin, lê wan zelal nekir ku radestkirin kengî pêk were.

Di êrîşa terorîstî ya 2015’an de, 130 kes li Parîsê hatibûn kuştin û ji bergumanê serekî Salah Abdeslam li Brukselî hatibû desetser kirin û ji wî re 20 sal cezayê zindanê hatibû birîn.

Hikûmeta Belçîkî derbarê bergumanê Bosnayî, hem girêdayî êrîşa Parîsê, hem jî êrîşa sala borî ya li Belçîka, fermana desteserkirinê derxistibû.

XS
SM
MD
LG