Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya bi Gumana Êrîşeke Îslamî 2 Ciwan Desteser Dike


Polîsên Almanî

Karbidestên Almanî îro Înê ragihand ku du ciwan bi tohmeta plankirina êrîşeke Îslamî û tundre li bajarê Karlshure'yê hatine desteser kirin.

Dozgerên dewletê yên li Karlshure'yê dîyar kir ku ew du ciwanên Alman, ku yek ji wan 15 yek jî 17 salî ye, roja Pêncşemê hatine binçav kirin.

Dozgeran got wan du ciwanan hewil daye ku çekan bi desxt bixin û li başurê rojhilata Frankfurtê li hêrema Aschaffenburg'ê êrîşekê bibin ser sazîyeke sîvîl.

Polîsan li ser ciwanan belavokên propagandaya Îslamî, alayên DAIŞ'ê û hin telefonê destan girtine, lê li ser wan ti çek nehatine dîtin.

Dozgeran da zanîn ku ti delîl tune ku ew bizanibin ciwanan dê plana xwe pêk bianîya yan na, lê ew jiber gumana plankirina êrîşekê hatine girtin.

Polîsan dîyar kir ku jibo ew zanibin ev plan çiqas cidî ye, ewê lêpirsineke berfireh bidin destpê kirin û herwiha ewê ronî bikin ku ti nexweşîyên ciwanan yên aqlî hene yan na.

XS
SM
MD
LG