Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Êrîşa li Efrînê Şermezar Dike


Wezareta Derve ya Almanya êrîşa li Efrînê bi daxuyanîyeke nivîskî şermezar kir.

Di daxuyanîyê de ser êrîşê hat gotin ku ‘’êrîşeke terorî’’ ye û ew ‘’bi awayê herî tund’’ hat şermezar kirin.

‘’Ew dubendîya ku ji zû de ye didome careke din di ser pişta gelê Sûrîyê yê êşê dikişîne ve hat meşandin’’ di daxuyanîya Wezareta Derve ya Almanya de hat gotin.

Wê wezaratê dîyar kir ku ew li Sûrîyê alîgirê çareserîyeke aştîyane ne û dixwazin ku şer û êrîşên li wî welatî bi dawî bibin.

Êrîşa li Efrînê bi tankereke sotemenîyê pêk hatibû û 11 ji wan zarok 40 kes di êrîşê de jîyanên xwe ji dest dabûn.

XS
SM
MD
LG