Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Almanya: Di Nav 9 Kuştîyên Erîşên Çekdarî de Kurd jî Hene


Li Hanau ya li rojavayê Almanya, do Çarşemê bi şev du êrîşên çekdarî li dar ketin.

Di êrîşan de, ku yek li navenda Hanau û yek jî li taxa bi navê Kesseslstadt li dar ketiye, 9 kes hatin kuştin.

Li gor daxuyanîya polîsan gumanbar li mala xwe tevî termekî din bi awayekî mirî hatiye dîtin.

Dozgerîya Federal ya Almanya dîyar kir ku di êrîşan de hin nîşanên rastgirîya tundrê hene.

AFP ji zarê dîdevan û medya herêmî ragihand ku êrîşa pêşî li pêş kuluba bi navê Midnight li dar ketiye û êrîşvên li wir 3 kes kuştine.

Wê ajansê da zanîn ku êrîşa duduyan jî li pêş Arena Bar çêbûye.

Hin jêder dibêjin ku bi taybetî Kurd diçin bar û kulubên li wê herêmê.

Rojnameya Bild ya Almanya dîyar kir ku di nav kuştîyan de Kurd jî hene.

Ew rojname îdia dike ku êrîşvan li ser fikra rastgirên tundrê, nijdaperest bûye.

XS
SM
MD
LG