Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Pesna Hilcivîna Trump û Putin Da


Hikûmeta Almanya ragihand ku ew bo hilcivîna Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûs Vladmir Putin, ku roja Duşemê li Helsînkî pêk hatibû, kêfxweş in.

Berdevkê Hikûmeta Almanya Steffan Seibert, li Berlînê da zanîn ku ew ji hilcivînê razî ne, û li gor wan dîyalog rêka herî baş ya dîtina çareserîyê ye.

Seiber dîyar kir ku her du rêber di hilcivînê de ser kontrola çekdarbûnê û ewlekarîyê internetê jî axifîne û ew pêşveçûneke erênî ye.

Berdevkê Hikûmeta Almanya da zanîn ku wî sererastkirina Trump ya ser daxuyanîya piştî hilcivînê not girtiye û got ku ‘’Ez li ser vê mijarê, naxwazim şiroveyeke din bikim’’

Seibert dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka, di sedsala 21’an de bi kêşeyên mezin re rû bi rû mane da zanîn ku di navbera Amerîka û Almanya de ‘’dostanîyeke kûr’’ heye.

Seibert got ku ew danûstandinên bi rêvebirîya Amerîka re didomînin.

XS
SM
MD
LG