Lînkên eksesibilîtî

Almanya Leşkerên Xwe ji Bingeha Încîrlîkê Dikişîne


Jetên Tornado yên Almanya li Încîrlîkê

Parlamentoya Almanya, biryara vekişînê ya jibo leşkerên Alman ya li Bingeha Încîrlîkê ya li Tirkîyê, pejirand.

Parlamento bi daxuyanîyekê da zanîn ku leşkerên Alman ewê ji Încîrlikê herin bingeheke li Urdunê.

Tirkîyê destûr nedabû ku parlamenterên Alman serdana Bingeha Încirlikê bikin û li ser vê yekê civata wezîrên Almanya, di 7’ê Hezîranê de bo leşkerên xwe biryara vekişînê dabû.

Li Bingeha Încirlikê ji 200’î zêdetir leşkerên Almanya hene. 6 firokên kişfê yên cûre Tornado û tankerek jî dê ji Urdunê re were veguhastin.

Leşkerên Alman yên li Încîrlîkê berpirsên sotemanîya firokên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bûn.

Bingeha Încirlikê ya li Edenê, di sala 1954’an de hatîye damezirandin û 13 kîlometre li dûrî navenda bajêr e.

XS
SM
MD
LG