Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas Ket Karantînê


Heiko Maas

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas jiber ku parêzvanê wî bi vîrusa korona ketiye, serdana Urdunê betal kir.

Wezareta Derve ye Almanya ragihand ku testa vîrusa korona ya Maas negatîf derketiye, lê ew ketiye karantînê.

Di daxuyanîyê de nehat eşkere kirin ku Maas dê çend rojan di karantînê de bimîne.

Çaverê bû ku Maas, li Urdune bi wezîrên derve yên Fransa, Misir û Urdunê re civîn çêkira û niha li ber e ku ew hevdîtin bi rêka vîdeokonferansê çêbe.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî di meha Adarê de piştî li ser doktora wê vîrusa korona hatibû tespît kirin ketibû karantînê.

Xanim Merkel 14 rojan di karantînê de mabû û sê testên wê yên vîrusa korona negatîf derketibûn.

XS
SM
MD
LG