Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Almanî Naxwaze Tedbîrên Dijî Korona bi Lezgînî Rake


Berlîn, Almanya

Wezîrê aborî yê Almanya Peter Altmaier îro Duşemê ji 16 eyaletên federalî xwest ku hêdî hêdî bergirîyên vîrusa koronayê rakin da ku vîrus zêdetir belav nebe.

Altmaier hişyarî da ku ger tedbîr werin lezandin, dibe ku ew mecbur bimînin ku careke din biryara qedexeya derketina kolanan bidin.

"Bawerîya min bi biryarên ser rastîyê heye û ez jibo me hemîyan pêşnîyar dikim ku em hêdî hêdî pêşve biçîn daku di dawîyê da sistkirina bergirîyan nêye betal kirin," Altmaier got.

Li gor sîstema Almanya ya federalî, desthilata eyeletan heye ku biryara bicîhkirina bergirîyên dûrketina civakî vergire û betal jî bike ku hikûmeta federalî jibo hêdî belavbûna vîrusê bawerîya xwe pê tîne.

Serokwezîr Angela Merkel dijî daxwazên komên karsazîyan radiweste ku ew dixwazin bergirîyan hêşta sistir bikin.

Li gorî daneyên fermî, ku roja Duşemê hatine weşandin, Almanyayê nêzîkî 155,000 pêketîyên vîrusa korona hene, lê heta niha tenê 5,750 kes mirine, ku ji rêjeya cîranên wekî Îtalye, Îspanye, Fransa û Brîtanyayê gelek kêmtir e.

Rêjeya mirinê ya kêm ya Almanya bi vê yekê re te girêdan ku wan bergirîyên derketina kolanan ji welatên din zûtir danîn.

Hikûmeta federal û eyaletan bergirîyên pêşîn ya qedexeya derketina kolanan di 22yê Adarê da danabûn, tevî ku hûrgilîyên bergirtinan û dîroka ku ew hatî danîn li gor eyaletan cihê bûn.

Her ku hejmara tûşbûyîyên nû kêm dibe, gelek karsazîyên wekî firoşgehên piçûk an jî firoşgehên otomobîlan destûr vergirtiye ku jinûve vebin û hinek xwendekar jî vedigerin dibistanan.

XS
SM
MD
LG