Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Pêla Sêyan ya Vîrusa Korona Destpê Kiriye


Karbidestên saxlemîyê yên Almanya dîyar dikin ku li welêt pêla sêyan ya vîrusa korona destpê kiriye.

Serokê Enstîtuya Robert Koch Lothar Wieler û Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jens Spahn ser pêla nû preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Lothar Wieler da zanîn ku hejmara pêketinên vîrusa korona jinûve zêde bûne û dîyar kir ku kesên temenên wan ji 60’î biçûktir jî êdî pir bi vîrusa korona dikevin.

Wî dîyar kir ku ji Sibatê vir ve jî pir kesên temenên wan ji 15’î biçûktir bi vîrusa korona dikevin û got ku dibe ku sedema wê cureyên nû yên vîrusa korona bin.

‘’Şewba vîrusa korona bi dawî nebûye, em hîn niha di destpêka pêla sêyan de ne.’’ Wieler got.

Wieler dîyar kir ku jiber karanîna vaksîna di nav kesên temenên wan mezin de vîrusa korona kêm bûye û da zanîn kempeyna vaksînkirinê dê demeke dirêj biajo.

Jens Spahan jî bang li gel kir ku li gor mesafeya civakî tevbigerin û maskên xwe li cîhên pêwîst bidin ber rûyên xwe.

XS
SM
MD
LG