Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bang li Hikûmeta Almanya Tê Kirin ku Tedbîrên Dijî Korona Sist Neke


Firîngeha Frankfurt li Almanya
Enstîtuya Robert Koch, ku li Almanya yek ji sazîyên yên li pêş yên saxlemîya bîragiştî ye, bang li hikûmetê kir ku tedbîrên dijî vîrusa korona zêdetir sist neke.

Serokê Enstîtuya Robert Koch Lars Schaade da zanîn ku ew di têkoşîna dijî vîrusa korona de hîn di qonaxeke girîng re derbaz dibin.

Schaade dîyar kir ku gava hejmara pêketîyên nû yên vîrusa korona daket ‘’bi sedan’’ divê wê çaxê sistkirina tedbîran were nirxandin.

Li Almanya, di 24 saetên dawî de 2481 kes bi vîrusa korona ketin û tevî wan hejmara pêketîyan bû 153,129.

Vîrusa korona li Almanya heta niha 5575 kes kuştine.

Bi destûra hikûmetê, roja Duşemê dikanên ji 800 metreçargoşeyan biçûk vebûbûn û hin xwendekar jî çûbûn dibistanan.
XS
SM
MD
LG