Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Almanya Dibêje Omicron Dê Heta Sê Hefteyan Bibe Cureya Berbelavtir


Wezîrê Saxlemî yê Almanya Karl Lauterbach
Wezîrê Saxlemî yê Almanya Karl Lauterbach

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestên Almanya ragihand ku cureya vîrusa korona ya bi navê dê heta sê hefteyan li wî welatî bibe cureya berbelav.

Reutersê da zanîn ku Almanya bo têkoşîna dijî Omicronê 80 mîlyon doz vaksîn wesandine û dîyar kir ku ew dê di Nîsanê de yan di Gulanê de werin dayîn.

Wezîrê Saxlemî yê Almanya Karl Lauterbach roja Çarşemê bi preskonferansekê da zanîn ku divê ew di têkoşîna dijî Omicronê de baldar bin.

Lauterbach dîyar kir ku vaksînên xurtker yên vîrusa korona dijî Omicronê bi bandor in û da zanîn ku li gor texmîna wî rêjeya berevanîya wan vaksînên xurtker pirtir ji 90 ji sedê ye.

Wî da zanîn ku jiber Omicronê ew dê ji welatîyan bixwazin ku doza çaran ya vaksînê jî li xwe bidin.

Enstîtuya Robert Koch, ku li Almanya vîrusa korona dişopîne, bang li welatîyên kir ku temasê daxin asta herî nizm.

Wê enstîtuyê ser pîrozbahîyên bo Noelê hişyarî kir û dîyar kir ku divê cejn nebe çirûska geşkirina agirê Omicronê.

Karbidestên Alman roja Sêşemê kombûnên taybet sînordar kirin.

Li gor erêkirinên dawî dê dîsko û kulubên şevê werin girtin û ji 28’ê Berfanbarê pê ve jî maçên futbolê dê bê temaşevan werin lîstin.

Almanya roja Çarşemê 45,659 pêketinên vîrusa korona tomar kirine.

XS
SM
MD
LG