Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Almanî Daxwaza Xurtkirina Kontrolên Ser Penaberan Dikin


Karbidestên Almanî ddaxwaza xurtkirina kontrolên ser penaberan dikin

Karbidestên bilind yên Almanî, piştî êrîşên vê dawîyê, îro Sêşemê banga xurtkirina prosesa çavdêrîya penaxwazan dikin û radigihînin ku ewê hejmara polîsan jî zêdetir bikin.

Horst Seehofer, Walîyê Bavaria (Bavyera) ku sê ji êrîşên hefteya borî lê qewimîn ji ronameya Sueddeutsche Zeitung re got: ``Divê em bizanin ku kî li welatê me ye.''

Thomas Strobl, Wezîrê Navxweyî yê Baden-Wuerttemberg, ku jinek ji alîyê êrîşvanekî Sûrî ve roja Yekşemê li wê derê hatibû kuştin, daxwaza helwesteke tund li hember panaxwazan kir.

“Yên ku rêzê li mêvandarîya me nagirin û bi xirabî kar tînin, divê vegerin welatên xwe. Divê li ser vê mijarê çewtî neyê kirin,” Strobl got.

Sê ji êrîşan ji alîyê koçberên nû hatibû kirin û ew yek jî xem û fikarên ser ewlehîya Almanya kûrtir dike ku çawa bi 1 mîlyon koçberên tomarkirî kontrol bike.

XS
SM
MD
LG