Lînkên eksesibilîtî

Almanya Perwerdehîya Leşkerî ya bo Pêşmergeyan Radiwestîne


Wezîrê Berevanî yê Almanya dîyar kir ku jiber kêşeyên di navbera hikûmeta Bexda û rêvebirîya Herêma Kurdistana Îraqê, perwerdehîya leşkerî ya jibo pêşmergeyan rawestandine.

Almanya, ku yek alîgirên pêş yên Kurdên Îraqê ye, ji Îlona 2014’an heta niha tevî 32,000 tivingên otomatik û bi maşîne, bi qasî 90 mîlyon euoro jî çekên din da pêşmerge.

130 leşkerên Alman li Hewlêrê bi cîh bûbûn û pêşmerge perwerde dikirin.

Wezîrê Berevanî yê Almanya Ursula von der Leyen da zanînku bo peyameke şaş neyê dayîn perwerdehîya leşkeri rawestandine.

Berdevkê Hikûmeta Almanya jî dîyar kir ku biryara rawestandina perwerdehîyê demkî ye û dibe ku li gor rewşa Îraqê biryar biguhere.

XS
SM
MD
LG