Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dixwaze Qanûnê Biguherîne ku Tawankarên Sûrî Dersînor Bike


Wezîrê Navxweyî yê Almanya Horst Seehofer îro Înê got ku ew dixwaze tawankarên ji Sûrîyê dersînor bike.

Hikûmeta Almanî, jiber şerê berdewam li Sûrîyê, kesên ku ji wî welatî hatine dersînor nake, lê Seehofer got ku divê tawankar li derveyê wê sîyasetê werin hiştin.

“Li şûna qanûna heyî ku kesekî Sûrî dersînor nake, divê lêpirsîna tawankarîyê li gor rewşa her kesekî gumanbdar were kirin,” berdevkekî Seehofer ji zarê wî ragihand.

Li ber e Seehofer vê pêşnîyara xwe, di civîna hefteya were de pêşkêşî hikûmetê bike.

Almanya di bin bandora kuştina gerokekî ya di meha Cotmehê de li bajarê Dresden e ku karbidestên ewlekarîyê Sûrîyekî bi wê kuştinê tawanbar dikin, ku di sala 2015’an de wek penaber hatiye wî welatî.

Gumanbarê bûyerê ji alîyê polîsan ve wek îslamîyekî radîkal dihat zanîn. Serlêdana wî ya penaberîyê di 2018’an de, jiber dîroka wî ya krîmînal hatibû red kirin, lê jiber şerê li Sûrîyê nehatibû dersînor kirin.

XS
SM
MD
LG