Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Îro Duşemê Dest bi Sînordakirinên Nû Dike


Almanya jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona tedbîrên nû ragihandin.

Li gor tedbîrên ku îro destpê dikin û dê heta dawîya Mijdarê bidomin, bar, restoran, salonên sporê û galerîyên hunerê dê girtî bin, lê dibistan dê vekirî bimînin.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel bang li rêvebirîyên herêmî kir ku bi wan ‘’sînordarkirinên sivik’’ rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin.

Pisporên aborîyê dibêjin ku ew sînordakirinên dawî dê ‘’zarareke mezin’’ bidin ekonomîya Almanya.

Rapora Enstîtuya Lêkolînên Aborî yên Alman (DIW) raber dike ku ew sînordarkirin dê 19,3 mîlyar euro zarar çêkin.

Enstîtuya Robert Koch, ku li Almanya agahîyên ser vîrusa korona berhev dike dîyar kir ku di 24 saetên dawî de 12,097 kes bi wê vîrusê ketine û 49 kesên din jî bi wê mirine.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya heta niha 552,060 kes bi vîrusa korona ketine û 10,541 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG