Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Biryara YSKê ya Betalkirina Hilbijartina Stenbolê Rexne Dike


Heiko Maas

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas îro Sêşemê got ku ew sedema biryara nûkirina hilbijartinên şaredarî yên li Stenbolê zelal nabînin û fem nakin ku çima ew biryar hate dayîn.

“Biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya betalkirina encamên hilbijartina Stenbolê û nûkirina wê hilbijartinê, ji me re ne zelal e û ji hêla me nayê fem kirin.”

Maas bal kişand ku divê tenê hilbijerên Tirkîyê biryara ser bajarvanîya Stenbolê bidin jiber ku hilbijartinên şefaf bingehjên serekî yên demokrasîyê ne.

YSK’ê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku jiber ku lijneyên hin sindoqên Stenbolê dijî qanûnan çêbûnê loma bandor li ser encamên hilbijartinê çêbûne.

YSK’ê ragihand ku hilbijartina nû ya Stenbolê dê di 23’ê Hezîranê de li dar keve.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû, lê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) daxwaza pêdeçûnê kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bang li alîgirên xwe kiribû ku li Stenbolê dijî AKP’ê dengên xwe bidin.

Piştî encamên hilbijartina 31’ê Adarê, pisporên sîyasetê dabûn zanîn ku di serketina Îmamolgu de hilbijêrên HDP’ê jî roleke girîng lîstiye.

XS
SM
MD
LG