Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya 4 Endamên Gumankirî yên DAIŞ’ê Desteser Kirin


Polîsên Almanî

Li gor ragihandina Dozgerîyê Polîsê Alman roja Çarşemê çar welatîyê Tacîkîstanstanê bi îdaaya endamtîya Rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê û pilansazîya êrişên kujer li Almanya, hatine desteser kirin.

Hêzên taybet yên eyaleta North Rhine-Westphalia li bajarên Essen û Dusseldorf ev operasyon pêk anîne û malên li herêmê jî bi serve girtine.

Dozger îdaa dikin ku ev 4 kes û pêncemîn kesek ku salekê girtîye, bi reberên Rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ)’re ên li Afganîstan û Sûriyê di têkilîyê dene û ji wan talîmatan digrên.

"Armancên êrîşan saziyên hêzên Amerîkî yên li Almanyayê an jî mirovên şexsî bûn," dozgerî di daxuyaniya xwe de got.

"Bi taybetî, wan planek kuştina kesayetîyek kiribûn ku şîroveyên gelemperî kiribû ku wan ew kes wekî rexnegirê îslamê didîtin," dozgerî di daxuyaniya xwe de ragihand.

Dozgerî dazanîn ku ew bawer dikin ku ev kesên gumanbar çavdêriya kesê ku armanc kirine berê pêk anîne û ji bo bombeyêk çek, cebilxane û alavên din amade kirine.

Dozgerî nasnameyên kesên hatine desteser kirin wekî Azizjon B., Muhammadali G., Farhodshoh K., Sunatullokh K., û Ravsan B. li gorî rêzikên nepeniya Alman ragihand. "

XS
SM
MD
LG