Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Bi Nehêlana Şopandina Doza Yuksekdag, Tirkîye Peymana Vîyana Binpê Dike


Balyozxaneya Almanya li Enqerê, jiber ku Tirkîyê nehişt ku dîplomatên Alman darizandina Hevseroka berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag bişopînin, hikûmeta Tirk rexne kir.

Balyozxaneya Almanya li Enqerê ji Twitterê dîyar kir ku hikûmeta Tirk bi awayekî balkêş xalên Peymana Vîyana binpê dike.

Balyozxanayê da zanîn ku wan ser vê mijarê agahî daye Wezareta Derve û Wezareta Dadê yên Tirkîyê, lê wan çêkirina çareserîyê red kiriye.

Balyozxaneyê dîyar kir ku helwesta Tirkîyê nayê qebûl kirin û ew nîşan dide ku siberoja hiqûqa Tirkîyê di metirsîyê de ye.

Rûniştina Yuksekdag dê îro Pêncşemê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê li dar keve.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG