Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock bang li Tirkîyê kir ku bi operasyoneke li Sûrîyê girjîyê gur neke.
Baerbock, ku li Bukreş ya Romanya beşdarî civîna wezîrên derve yên NATO bû, dîyar kir ku armanca serekî ya berevanîya dijî terorê parastina sîvîlan e.
Wê da zanîn ku divê rê li ber gurkirina girjîyê were girtin ku bûyerên tundûtûjîyê rû nedin.
Wezîra Alman got ku wê ji Tirkîyê xwestiye ku dûrî wan tedbîran bisekine ku tundûtûjîyê zêde dikin.
Baerbeck dîyar kir ku operasyonên pêkan yên li Îraq û Sûrîyê dikarin tundûtûjîyê kûrtir bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu gotinên Baerbock rexne kirin û got ku ew nikarin terorîstan wek qurbanî nîşan bidin.
Çavuşgolu got ku divê hevbendên NATO di têkoşîna dijî terorê de bi hevre tevbigerin.