Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Nûnertîyên Xwe yên Dîplomatîk li Tirkîyê Digire


Konsulxaneya Almanî ya li Stenbolê

Konsulxaneya Almanî ya li Stenbolê ragihand ku nûnertîyên dîplpmatîk û xwendingehên Almanî li Tirkîyê, jiber sedemên ewlekarîyê îro Pêncşemê girtî ne.

Konsulxanê got, balyozxaneya li Enqerê û xwendingeha li Stenbolê wê îro girtî bin.

Daxuyanî di vê demê de hat ku berî çend rojan peqîneke xwekujî ya mezin li Enqerê qewimîbû û 37 kes kuştibûn.

Konsulxane daxwaz ji hemwelatîyên Almanî dike xwe ji avahîyên dîplomatîk dûr bixin. Karbidestên konsulxanê got, li hember êrîşeke muhtemel ya terorîstî hişyarî ji wan re hatiye, lê got ku ew gef nehatiye piştrast kirin.

Konsulxanê da zanîn ku ew avahî wek tedbîrên ewlehîye hatine girtin.

XS
SM
MD
LG