Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Almanya bi Ketina Trombîleke Nava Pêyarêyê de 4 Kes Hatin Kuştin


Ajansa Reuters îro Sêşemê ragihand ku li bajarê Trier ya Almanya otomobîleke lezgîn ket nava pêyarêyê û di enacamê de tevî pitikeke 4 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Karbidestên Almanî dibejîn ku bûyer wek çalakîyeke bi zanebûn xuya dike.

Dozger Peter Fritzen piştre di civîneke medyayê de got ku kesê gumanbar hinek alkol vexwarîye û karbidest hizir nakin ku di bûyerê de sedemek mîlatanî ya Îslamî heye.

Wolfram Leibe şaredarê Trier jî li ser bûyerê daxuyanî da.

"Wiha xuya dike ku em qala gumanbarek xwedî pirsgirêkên derûnî dikin, lê divê em darizandinên pêşwext nekin," Leibe got.

Almanya ji dema êrişeke bi kamyonê ya li bazara sersalê ya Berlînê ya 2016'an vir ve ku 12 kes hat kuştin û bi dehan kes birîndar bû, li seranserê welat ewlehîya herêmên pêyayan xurttir kiribû.

Zilameke jî, di Cotmeha 2019'an de, dijî sînagogeke li bajarê Halle êrîşeke çekdarî pêk anî ku 2 kes kuşt.

Herwiha, di Sibata îsal de çekdarekî nîjadperest li Hanau li nêzê Frankfurt berî ku dayîka xwe û xwe bikuje, neh koçber kuşt.

Tenê bi qasî hefteyek şûnda, zilamekî bi otomobîla xwe ket nav parka qelebalîxîya karnavalê ya li bajarê Volkmarsen û 61 kes birîndar kir.



XS
SM
MD
LG