Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Li Welêt 300,000 Penaberên Ukraynî Hene


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku ji destpêka şer vir ve bi qasî 300,000 Ukraynî li Almanya bûne penaber.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Navxweyî ya Almanya ragihand.

Wezareta Navxweyî ya Almanya di ser tomarên polîsên federal re dîyar kir ku heta niha 294,508 penaber hatine qeyd kirin û da zanîn ku piranîya wan, zarok, jin û kal û pîr in.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku ji destpêka şer vir ve pirtir ji 4 mîlyon Ukraynî ji welatên xwe derketine.

XS
SM
MD
LG