Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Bo Kirîna 635.1 Mîlyon Vaksînên COVID 9 Mîlyar Euro Vediqetîne


Wezîrê Saxlemîyê yê Almanya Jens Spahn

Almanya plan dike ku îsal nêzî 9 mîlyar euroyan xerc bike da ku jibo neteweya xwe û welatên din yên endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) 635.1 mîlyon dozên vaksînên COVID-19 dabîn bike.

Cîgira Wezîrê Darayî Bettina Hagedorn bi nameyeke ji qanûndaneran daxwaz kir ku divê ew pêşnîyara Wezîrê Saxlemîyê bipejirînin.

Wezîrê Saxlemîyê Jens Spahn bi armanca kirîna pirtir vaksîna korona veqetandina budceyeke din ya bi 6.22 mîlyar euroyî pêşnîyar kirîye.

Ev budceya ku tê xwestin bilî 2.66 mîlyar euroyên ku berê di butçeya 2021'an de hatibû erêkirin e.

Planên zêdekirina budceyê piştî ku hefteya borî Wezîrê Darayî Olaf Scholz YE ser kirîna pirtir dozên vaksînên COVID-19 rexne kir, ket rojevê.

Scholz gotibû ku jiber ku sala borî ji hêla YE zêdetir vaksîn nehatîye kirîn ew bi hers e.

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen hemberî rexneyan

parastina xwe ya berê ya ku xebatên Komisyona Ewrupa ya ser vaksînan dubare kiribû.

Çavkanîyek hikûmeta Almanya ji Reuters re ragihandîye ku tê çaverê kirin ku civata jêrîn ya komîteya budceya parlamentoyê ewê zêdekirina budcêyê roja Çarşemê erê bike.


Di nameyê de tê dîyar kirin ku wezareta saxlemîya Almanya dê bi tevahî 8.89 mîlyar euroyan xerc bike da ku 635.1 mîlyon dozên vaksînên COVID-19 bikire.

Hevdem, tê ragihandin ku Almanya vê xebatê jibo bicîhanîna beşek ji planên kirîna hevbeş yên YE û nexşerê ya neteweyî ya Berlînê, dimeşîne.

Tevahîya welatên endamên YE qabûl kiribûn ku pêyvajoya kirîna vaksînan li gor plana YE rêve bibin.



XS
SM
MD
LG