Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Almanya: Em bi Rûsya re Ser Vaksînê Danûstandinan Dikin


Almanya bo sitandina vaksîna vîrusa korona ya Sputnik V bi Rûsya re dest bi danûstandinan kiriye.

Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jens Spahn bi preskonferansekê ragihand ku Sazîya Dermana ya Ewrupa (EMA) şertên bo vaksînê ya Sputnik V pejirandine.

Spahn da zanîn ku dozên ew dixwazin dê di çend mehên pêş de hazir bin.

Hikûmeta herêmî ya Bavyera dîyar kiribû ku ger EMA, Sputnik V bipejirîne ewê 2,5 mîlyo doz bistîne.

Ji alîyê din ve, Spahn dîyar kir ku nexweşên vîrusa korona yên di çavdêrîya krîtîk de di rojên dawî de pir bûne.

Spahn da zanîn ku hejmara nexweşên vîrusa korona yên di çavdêrîya krîtîk de 4500 e û bal kişand ku sîstema wan ya saxlemîyê bi dijwarîyan re rûbirû dimîne.

XS
SM
MD
LG