Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şam Pêşnîyara Qeterê Red Dike


Mîrê Qeterê Şêx Hemed Bin Xelîfe El Sanî di kombûna Yekîtîya Ereb de xwane dibe.
Mîrê Qeterê Şêx Hemed Bin Xelîfe El Sanî di kombûna Yekîtîya Ereb de xwane dibe.

Sûrîyê pêşnîyara Qeterê red kir ku dixwest hêzên Ereb, jibo sekinandina alozîyên heyî bişîne wî welatî. Hikûmeta Sûrî dibêje, pêngaveke wusa dê rewşa heyî xirabtir bike û rê li ber maytekirina (mudaxeleya) bîyanî veke.

Wezareta Derve ya Sûrî roja Sêşemê bi daxuyanîyekê ragihand, Şam wê li dijî hemî bizavan raweste ku serwerî û serxwebûna wê davêje xeterê.

Sûrîyê her wiha ji netewên Ereb xwest ku dawî li kempeyna xwe ya medyayî ya dijî Sûrîyê bînin.

Mîrê Qatarê Şêx Hemed Bîn Xalîfa El Thanî hefteya borî pêşnîyar kirîbû ku hêzên Ereb ji Sûrîyê re werine şandin ku kuştinkarîyan rawestînin.

Li ber e, wezîrên 22 dewletên endamên Yekîtîya Ereb roja Duşemê bicivin da ku pêngavên xwe yên paşerojê gotûbêj bikin.

Ajansa Interfaks ya Rûsî, Sêşemê ji zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Gennady Gatilov ragihand ku Rûsya dê piştevanîya pêşnîyara Qeterê neke.

XS
SM
MD
LG