Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Damezrênerê Amazon û Jina wî Êdî bi Fermî Hev Berdidin


Jeff Bezos û MacKenzie Bezo

Dozgerekî xalên dawî yên berdana damezrênerê kompaniya Amazon Jeff Bezos û jina wî MacKenzie danîn.

Li gor rêkeftina berdanê ku ji aliytê ajansa nûçeyan Bloomberg ve hatibû ragihandin, MacKenzie Bezos wê 4% ji beşên Amazon wergire bi nirxa 38.3 milyar dolar, ku ew di lîsta Bloomberg a milyonêran de dibe 22yemîn maldara cîhanê.

Wê 12% ji beşên kompaniyê ji Jeff Bezos re bimînin bi nirxa 114.8 milyar dolar, ku li gor wê ew dimîne maldartirîn kes li cîhanê.

MacKenzie gotiye ku ewê dengdana kontrolkirina beşên xwe yên Amazonê bide mêrê xwe yê berê, û beşên xwe yên rojnameya Waşinton Post û kompaniya vedîtina esmanî Blue Origin jî bide wî.

Wê her wiha demekê berî îsal soz dabû ku nîvê sermiyanê xwe bide dezgehên xêrxwazî.

MacKenzie û Jeff ku 25 salan jin û mêr bûn û wan çar zarok hene, meha Çile ragihand ku wê hev berdin.

XS
SM
MD
LG