Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarên Amedê Xizmetên Xwe Yên 2 Salan Dinirxînin


Hevserokên Amed (Diyarbekir)ê Firat Anli û Gultan Kişanak

Roja Înê hevşaredarên Amed (Diyarbekir)ê Firat Anli û Gultan Kişanak di preskonferansekê de, xizmeta xwe ya du salan ya jibo Amedê û navçeyên wê ji raya giştî re eşkere kirin.

Hevşaredar Firat Anli, di axaftina xwe de bal kişand ku hevdîtinên bi vî rengî di çarçoveya bingeha hesabdanê de gelek giring in. Wî bal kişand ku Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê tim di rojeva Tirkiyeyê de ye û got, “Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê operasyoneke reşkirin û bê îtibarkirinê heye. Ligel vê yekê jî, em li herêmê di xizmeta xelkê xwe de ne û li seranserê welêt jî di xizmeta cihbicihkirina aştî û aramiyê de ne.”

Kişanak destnîşan kir pevçûn û şer bandorek neyênî li ser xizmetên şaredariyê jî kirin.

Kişanak daxuyakirin ew jibo jinûve avakirina Surê dixwazin di nav kar û xebatan de cî bigrin lê îddia kir ku bi tu awayî hikûmet û rayedar naxwazin bi şaredariyê re hevkarî bikin.

Wê got “Hemî hewildanên me vala dertên. Ji dema qedexê vir ve tu wezîrek bersiva telefonên me nadin, lê em li vir bi vîn û heza nêzî du milyon kesan hatine hilbijartin. Divê şaredarî jî di nav kar û xebatên jinûve avakirinê de cî bigirn, lê me li derve dihêlin.”

Hevşaredara Amedê got "ger hikûmet li gorî heqaniyetê tevbigere divê zirar û ziyana gel tespît bike. Zerarê wan tenzîm bike.Divê rûniştvan malên xwe jinûve ava bikin. Ger wisa be emê jî bi hemî hêza xwe piştgiriyê bidin.lê divê dirûst bersiv bidin, dixwazin Surê jibo rûniştvanan jinûve ava bikin an dixwazin dest bidin ser û jibo xwe ava bikin". Weke hevserok dibêje.

Temamiya raporê di fayla deng de guhdarî bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00

XS
SM
MD
LG