Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarê Amedê Selçuk Mizrakli Îro bi Fermî Destûrname Wergirt


Hevşaredarê Bajarvanîya mezin yê Amedê Selçuk Mizraklî, 16 roj piştî hilbijartinê, îro Sêşemê destûrnameya şaredarîyê wergirt.

Mizraklî got ku wan di 1’ê Nîsanê de destûrnameyê ji gel girtibû û ya bi rûmet ew e. Wî got ku ew destrurnameya xwe pêşkêşî Leyla Guven û Gultan Kişanak dikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Hevşaredar Hulya Alokmen Uyanik jî wek endama meclîsa şaredarîyê hatibû hilbjartin, lê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) rê li ber wê girtibû.

YSK’ê hefteyeke berê biryar dabû ku namzedên bi biryara di hikmê qanûnê (KHK) ji kar hatine derxistin, nikarin bibin şaredar yan endamên meclîsê.

Destrunameya şaredarê Baglarê Zeyat Celan jî jiber vê biryarê, ji berbijarê AKP’ê Huseyîn Beyoglu re hate dayîn. Ceylan 116 hezar û Beyoglu jî 42 hezar deng girtibûn.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin:

KHF_04_16_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00

XS
SM
MD
LG