Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Şermezarkirina ji Kar Dûrxistina Bajarvanên Kurd li Amedê Tên Asteng Kirin


Polîsên Tirk îro Çarşemê li Amedê xwepêşandanên şermezarkirina ji kar dûrxistina 3 bajarvanên Kurd asteng kirin.

AFP radigihîne ku dora 200 kes beşdarî rêdeçûna li taxa Sur ya dîrokî kir ku dûrxistina bajarvanan protesto bikin, lê polîsan bi ava şidandî êrîş bir ser wan û 7 kes desteser kirin.

Dîsa, 200 kesên din jî ku dixwest çalakîya rûniştinê pêk bînin, lê ew ji alîyê 500 polîsan ve hatin dorpêç kirin.

Wezareta Naxweyî ya Tirkîyê şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê, ku endamên HDP’ê ne, ji kar dûr xistibûn û li şûna wan walîyên her sê bajaran wek qayum destnîşan kiribûn.

Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, piştî ku dest bi kar kir, meclîsa bajêr ya bi piranîya HDP’ê pûç kir.

Jederekî HDP’ê ji AFP’ê re ragihand ku di nav sê rojên dawî de pirtir ji 500 endam û piştgirên wan ji alîyê hêzên ewlekarî ve hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG