Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingeha Leşkerî li Îraqê Ya Hêzên Amerîkî Lê Dimînin Dibe Armanca Mûşekê


Arşîv: Hejmarek milîtanên Şîayên Îraqê li hember avahiyê balyozxaneya Amerîka li Bexda

Çavkaniyeke ewlekariyê gotiye ajansa Nûçeyan ya Fransî AFP, roja Yekşemê mûşekekê bingeha leşkerî ya li Îraqê ku hêzên Amerîkî lê dimînin kirîye armanc, ev jî êrîşa herî nû bû ji zincîreke êrîşan ku Amerîka gropên çekdar yên girêdayî Îranê berpirs dibîne.

Êrîş li dij bingeha Eyn Al-Asad pêkhatiye, di demekî de ku gropên ser bi Îranê ve li Îraqê kefxweşiya xwe li hember serkeftina kesayetiyê oldar û mihafizkar Ebrahîm Raisî diryar dikin ku weke serokomarê nû yê Îranê hat hilbijartin, hin jî dibêjin ev nîşana "têkçûna" "piyonên" Amerîka ye li herêmê.

Ev êrîş herwiha piştî 10 rojan hat ku Amerîka 3 mîlyon dolar weke xelat ragihandine jibo her kesê pêzanîna derbarê êrîşên ser welatiyên wê li Îraqê bizane.

Berjewendiyên Amerîka rastî êrîşên tê ji Oktobera sala 2019ê û vir ve, di nav de êrîşên mûşekan, ku Amerîka bi şêweke rotinî her tim gropên ku Îran piştevaniya wan dike berpirs dibîne.

Ji salekê û vir ve 43 caran balozxaneya Amerîka li Bexda rastî êrîşan hatiye, yan jî bingehên leşkerî li Îraqê yên ku hêzên Amerîkî jî lê dimînin, yan jî konvoyên otombîlên Îraqî yên ku piştevaniya logistîkî bo hêzên Amerîkî dibin.

Gropên ser bi Îranê ve dest bi helmeta derketina hêzên Amerîkî ji Îraqê kirîye yên ku heta nihe 2500 leşker weke beşek ji hevpeymaniya navnetewî de ya li Îraqê şerê Dewleta Îslamî DAIŞê dike, ku Îraqê serkeftina bi ser DAIŞê de li sala 2017ê ragihand bû.

Roja 10 Hezîranê bernama xelatên jibo dadweriyê ya girêdayî wezareta derve ya Amerîka Îraqî agihdar kirbûn jibo xelat kirina her kesê pêzanînan derbarê êrîşên li dij Amerîkîyan bide wan.

Bi rêya twîterê û bi zimanê Erebî ragihandbû û gotbû "Bawermendên Îraqî û terorîstên tirsûnek, êrîşî şanderên û avahiyên dîplomasî yên Amerîkî dikin li Îraqê û diçin di nava sivîlan de xwe vedişêtin."

Daxuyanî herwiha dibêje"Amerîka dê xelatê heta 3 mîlyon dolaran bide, li hember pêzanînên derbarê planên êrîşkirinê û êrîşên berî niha jî li dij armancên dîplomasî yên Amerîkî ".

Amerîka hejmarên telefonan bedrest kirin ku her kes dikare bi rêya Whatsapp, Telegram û Signal ê pêzanîna bigehîne wan.

Biryara xelat danînê rojekê piştî êrîşa ser firokxana Bexda – hat ku hêzên Amerîkî li wêderê hene ku bi rêya 3 dronên barkirî ji teqemeniyan pêkhatbû.

Pispor dibêjin bikaranîna dronan-firokên bê firokevan- yên weha zêdebûna êrişên li dijî berjewendîyên Amerîka ye, ji hêla hêzên alîgirên Îranê ve ye.

Karbidestên Îraqî gelek caran "derqanûn" tawanbar kirine jibo pêkanîna êrîşên "terorîst" bi roketan an dronên teqemenî-dagirtî, lê xebatê dike jibo ku nasnama kesên berpirs ji wan êrîşan eşkere bikin.

Çavkanî:AFP

XS
SM
MD
LG