Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Patriotan Bişîne Îraqê


Leşkerên Amerîkî li hember betariyek mûşekên Patriot

Berpirsekê fermî yê Amerîkî, bo kenalê Alhurra TV yê Amerîkî ku li Virginia bi zimanê Arabî weşanê dike daye zanîn ku, niha ew danûstandina li gel berpirsên Îraqê encam didin, ji bo betariyên Patirotan yên Sistema mûşekên berevanî kirinê bişînin Îraqê, bi armanca parastina berjewendiyên Amerîkî di nava axa Îraqê da.

Amerîka bi hêvîye ku patiriot di demek nêzîk da bigehin Îraqê, da ku leşker û dîplomasiyên Amerîkî yên li Îraqê dimînin, di parastî bin.

Berpirsê Amerîkî yê ku nexwastîye navê wî bihê eşkere kirin tekz kirîye ku, Pentagon dê neçar be nêzî 400 leşkerên din bişîne Îraqê bo çavdêrî û xistina kar ya Sistema Betariyên Patirot an.

Doh Sêşemê Fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn general Kenneth F. McKenzie serdana Îraqê kirbû, ev di wî çaxî da pêk hat, dema ku rêveberîya Serok Trump dixwaze bi berpirsên Îraqê re biaxive da ku hewildanên berpirsên Îraqê yên biryara derçûna hêzên Amerîkî ji Îraqê bidawî bikin.

General McKenzie yekemîn berpirsê Amerîkî yê di asta herî bilind da ye serdana Îraqê dike piştî ku Amerîka bi derbeyekê Qasim Sulêmanî fermandarê Îranî yê Hêzên Qudis û cîgirê fermandarê Heşda Şaabî Abu Mehdî Al Muhendis nêzîk firîngeha Bexda kuşt bûn.

Wek tê zanîn ku heta niha nêzî 6000 leşkerên Amerîkî li Îraqê hene.

XS
SM
MD
LG