Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Danûstendinên Amerîka û Talîbanê Bê Encam Bidawîbû


Çavkaniyan ji Doha dan zanîn ku şanda danûstankar ya Amerîka û Tevgera Talîbanê gera danûstendinan bidawî anî, hin pêşketin hebûn lê derbarê demê vekişîna hêzên Amerîka li wî welatî ne gihan ti encaman.

Dibe ku danûstandin di navbera aliyan de li meha Adarê car din bihên destpêkirin.

Di gera danûstandinan de Amerîka dixwest ji Talîbanê piştrast bibe ku Afgansitanê neke bingehek bo êrîşên ser Amerîka.

Danûstandina li Doha li Qatar bi amadebûna berpirsê siyasî yê Talîbanê Mullah Abdul Ghanî Baradar û Zalmay Xalîlzad dihatin berdewamkirin..

Nêzîkî 14,000 leşkerên Amerîkî li Afganistanê dimînin, ew hêz di çarçova hêzên hevpeymaniya NATO de polîs û hêzên ewlekariya hikûmeta Afganistanê rahênan û perwerde dikin, herwiha bo şerê li dij terorê li wî welatî dimînin.

XS
SM
MD
LG