Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî 10 Kes û 50 Sazîyên Îranî Toleyên Nû Radigihîne


Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin

Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Çarşemê dijî Îranê toleyên nû yên berfireh ragihandin.

Washingtonê weqfa rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî, xist nav lîsteya reş û dijî wezîrê îstixbarata Îranê jî tole dîyar kir.

Amerîka bo toleyan, piştî saleke givaştinê hemberî xwepeşanderên dij hikûmetê ku Amerîka vê wek binpêkirinên mafên mirovan bi nav dike, armanc kir.

Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin di derbarê dîyarkirina toleyan peyîvî.

" Amerîka dê armanc kirina xwe ya karbidestên sereke yên ku karanîna zordestîya ser gelê xwe didomînin û çavkanîyêndehatinê, berdevam bike, " Mnuchin got.

Wezareta Xezîneya Amerîka, toleyên nû dijî hîn sazîyan ragihandin ku wan wek beşa toreke gîring ya bin parastina Xamaneyî bi nav dike.

Wezaretê dîyar kir ku wan sazîya Bonyad Mustazafan û Weqfa Bindestan, ku ji hêla Xamaneyî ve tê kontrol kirin, xistine nav lîsteya reş.

Hevdem, bi toleyan 10 kes û 50 sazîyên ku bi weqfê re têkildar in û di warê enerjî, maden û karûbarên darayî jî dixebitin, hatine armanc kirin.

Li gor toleyan, hemî milk û diravên kes û sazîyên nava lîsteya toleyan , têne cemidandin û bi giştî qedexe dike ku Amerîkî bi wan re bazirganîyê bikin.

Ragihandina toleyan, beşeke sîyaseta rêvebirîya Serok Trump ya xurtkirina givaştinên ser Îranê tê dîtin.

Hejayî bîrxistinê ye ku ragihandina van toleyên nû tenê du meh berî dawîbûna seroktîya Trump pêk hat.









XS
SM
MD
LG