Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzî 100 Amerîkî Hîn Jî Benda Derketina Ji Afganistanê Ne


Leşkerên Talîbanê li pêş balafirgeha navneteweyî ya li Kabul, Afganistan,

Wezareta karên derve yê Amerîka roja Duşemê ragihand ku astengîya herî mezin ya bo derxistina hemwelatîyên Amerîkî yên ku hîn li Afganistanê ne, helwesta nedîyar ya Talîbanê ye.

Karbidest dibêjin ku niha nêzîkê 100 hemwelatiyên Amerîkî hîn li benda derketina ji Afganistanê ne.

Karbidestekî payebilind yê wezareta karên derve ji rojnamevanan re ser mijarê axifî.

"Bêguman astengîya herî mezin ya di derketina hemwelatîyên me û yên din ji Afganistanê, helwesta nediyar ya Talîbanê ye, di derbarê ku kî mafdar e ku bikare derkeve," karbidest got.

Heman karbidestî da zanîn ku astengîya mezin ya dudya tunebûna firînên bazirganî yên rêkûpêk in ku mirovên ku dixwazin derkevin bikaribin ji Afganistanê, derkevin.

Karbidest dibêjin ku niha nêzî 100 hemwelatiyên Amerîkî hîn li benda derketina ji Afganistanê ne.

Wezareta karên derve got ku karbidestên wê bi komên taybet ku firînên xwe yên derxistinên ji Afganistanê pêk tînin re di têkilîyan de ne û hevdem ew bi Talîbanê re jî gotûbêjan didomînin da ku derxistinên Amerîkîyan bi rêkên ewlehî ava bikin.

Piştî ragihandina vekişîna leşkerî ya Afganistanê û Talîbanê paytext Kabûl di dawîya Tebaxê de xist bin kontrola xwe vir ve heya niha nêzî 124.000 mirov ji Afganistanê hatine derxistin

Wezareta karên derve dibêje ku ji dema ku tevahîya hêzên Amerîkî bi fermî di 31'ê Tebaxê de ji Afganistanê vekişîyan heya niha, tenê 85 Amerîkî karîbûne welat biterikînin.

XS
SM
MD
LG