Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Leşkerî ya Amerîka Hewla Revandina Balafirgeha Li Kabulê Eskere Dike


Balafirgeha Hamîd Karzaî ya li Kabul
Balafirgeha Hamîd Karzaî ya li Kabul

Raporeke nû ya leşkerîya Amerîkî de hat eşkere kirin ku di nava krîza li balafirgeha Kabulê ya di Tebaxê de, jibo revandina firokeke derxistina mirovan, hewlek hatiye kirin.

Albay Kristen Duncan, karbidestekî hêzên esmanî yên Amerîkî, ku havînê li Afganistanê erkdar bû, di rapora ku vê hefteyê de hate weşandin de nivîsand ku ev hewla revandinê, pêk hatiye.

"Carêkî piştî ku wan agahîyek îstixbaratê wergirt, pênc kesên ku di firîneke bazirganî de bûn ku dixwestin balafirê birevînin," Albay Kristen Duncan got.

Di raporê de, di derbarê hewildanê de pirtir hûrgulî; dem yan navê balafirgehê nehat pêşkêş kirin.

Lê , rapor kaosa li balafirgeha Hamîd Karzaî ya li Kabul, piştî ku Washingtonê di Tebaxê de vekişîna xwe ya leşkerî ji Afganistanê ragihand, bi berhirehî radigihîne.

Di dawîya Tebaxê de, piştî ku Talîbanê desthilatdarêya Afganistanê bi dest xist,bi hezaran kes xwestin ku bi rêka balafirgeha Kabulê ji welat birevin; zêdeyî 100 kes di êrîşeke xwekujî hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG