Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştî Cezakirina Chauvin Ser Polîsê Minneapolis Dest Bi Lêpirsînê Dike


Wezîrê Dadê yê Amerîka Merrick Garland

Wezareta Dadê ya Amerîka îro Çarşemê dîyar kir ku di derbarê kiryarên polîsên li Minneapolis de, lêpirsîneke berfireh dane destpê kirin.

Ev gava wezaretê rojek piştî biryara dadgehê pêk tên, ya ku polîsê berê yê bajêr Derek Chauvin jiber kuştina George Floyd tawanbar dît.

Wezîrê Dadê yê Amerîka Merrick Garland, ser biryara lêpirsînê axifî û got ku dê were nirxandin ku gelo polîs, xwepêşandan jî nav de, tevlî karanîn yan şêwaza hêzek zêde dibe.

Piştî ku Serok Joe Biden soz da ku nîjatperestîya sîstema li Amerîka çareser bike, lêpirsîn, karê yekê yê mezin yê wezîr Merrick Garland e.

"Ez dizanim ku kokên kûr yên birînên wiha hene. Pir civak hene ku ew birînana ji destê yekê tecrûbe kirine. Biryara do ya dadgeha eyaletê, pirsgirêkên polîsî yên sîstematîkî yên li Minneapolis navnîşan nake," Garland got.

Garland bi berdewamî ragihand ku ewê were lêkolîn kirin ku ka gelo sazî tevlî kiryarên cûdakar dike û gelo di nezîkbûna dijî kesên bi nexweşîyên derûnî neqanûnî ye.

Hevdem, Garland da zanîn ku ewê lêpirsînek cuda ya wezareta Dadê, di derbarê gelo polîsên ku tevlî mirina George Floyd bûne, mafên wî yên sivîl binpê kirine yan na jî, didome.

Di doza darizandina polîsê kevn Derek Chauvin de, ku bi kuştina George Floyd dihat tawanbar kirin, biryar roja seşemê, hat dayîn.

Endamên desteya biryarderan (jurî) Chauvin di ser kuştina asta duyê û asta sêyê sûcdar kirin û dan zanîn ku ew bûye sedem ku Floyd bimire.

Chauvin berê bi kefaletê hatibû berdan, lê piştî biryara jurîyê careke din hat desteser kirin.

Dadwer da zanîn ku cezaya girtîgehê ya Chauvin dê piştî du mehan eşkere bibe ku dibe ku polîsê berê bi dehan salan cezaya girtîgehê bistîne.

Li gor qanûnên Amerîka, bo kuştina asta duyê ya neplankirî herî zêde 40 sal, ya asta sêyê herî zêde 25 sal, û bo sebebîyeta bo asta duyê jî 10 sal ceza tê dayîn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG