Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li 22 Eyaletên Amerîka Zêdebûna Peketinên Korona Didome


Dema vîrusa korona li Amerîka

Ajansa Reuters ragihand ku li 22 eyaletên Amerîka bûyerên vîrusa korona zêde dibin, di dawîya hefteya betlaneya Roja Karkeran de ku li gor adet û toreyan malbat kom dibin û dawîya havînê pîroz dikin.

Li gor analîzek ku pêzanînên bûyerên vîrusê bo du heftêyên borî ya navbera 8-22 Tebaxê de hevber dike, heya sê hefteyan berê, hejmara pêketîyên vîrusa korona tenê li 3 eyaletan bilind dibû, Hawaii, Illinois û South Dakota.

Piranîya 22 eyaletên ku niha bûyer zêde dibin li heremên bi nifûsên kêm yên li herêma Midwest (Rojavayênavîn) û Başûr yên Amerîka ne.

Li gor rêjeya sedî, li eyaleta South Dakota di du hefteyên borî de bi ragihandina pirtirî 3.700 bûyerên nû û bi bilindbûna % 126 ya peketinan, zêdebûna herî mezin hatiye tomar kirin.

Di du hefteyên borî de, bi 13.600 peketinên nû yên li eyaletên Iowa bi 13.600 peketinên nû, û li North Dakota ya bi 3.600 bûyerên nû, bûyerên COVID -19 zêde dibin.

Dema hejmera bûyerên vîrusa korona di meha Tîrmehê de di asta neteweyî de dadikeve.

Amerîka bi rêjeya navînî ya rojê 44.000 pekêtinên nû yên vîrusê ket nava hefteyê betlaneya Roja Karkeran ku ev hejmara du qat ji hejmara dawî ya hefteya Roja Leşkerên Congorî (Memorial Day) ya 23-25 Gulanê ye.

Gelek pisporên saxlemîyê zêdebûna peketinên vîrusê ya meha Tîrmehê herwiha bi kombûnên civakî yên bo Roja Leşkerên Congorî ve girêdidin.

Di heman demê de, li Amerîka rojane dora 1.000 mirinên nû yên jiber COVID-19 pêk tên û hejmara mirinên giştî yên bi sedema vîrusa korona giheştiye nêz 190.000 kesan ku ew jî hejmara mirinan ya herî bilind ya cîhanê ye.

XS
SM
MD
LG