Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka jiber Alîkarîdana DAIŞ'ê Dijî Welatîyekî Xwe Doz Vedike


Endamekî DAÎŞ (Arşîv)

Dozgerîya Amerîka ya li Gainesville ya li eyaleta Florida îro Duşemê ragihand ku wan dijî hemwelatiyekî Amerîkî bi tawana alîkarîya rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) doz vekirîye.

Dozgerîyê dîyar kir ku Muhammed Fethî Silêmanê 33 salî jibo rêxistineke terorîst ya bîyanî bi hewila dayîna alîkarîya diravî-materyal tê sûcdar kirin.

Ger Silêman ji hêla dadgehê were tawanbar kirin, ewê rûbirûyê cezaya heya 20 salan ya zindankirinê bimîne.

Lawrence Keefe, dozgerê Amerîkî ya herema bakurê eyaleta Florida, di derbarê dozê de daxuyanîyeke ragihand.

“ Terorîst û kesên ku dê bibin terorîstên divê fêhm bikin ku dema ku mijar bibe parastina hemwelatîyên Amerîkî û herwiha bo darizandina kesên ku dixwazin piştgirîya materyal-madî bidin rêxistinên terorê yên yên destnîşankirî, çi pêwîst be ewê were kirin," Keefe got.

Mihemed Fethî Silêman ku runîştvanêkî berê yê eyaleta Florîda bûye piştî ku çûye Tirkîyê û hewil daye ku beşdarî DAIŞ'ê bibe, vegerî Amerîka.

Belgeyên tawanbarîya dozgerîyê nîşan dide ku Silêman di Hezîrana 2014'an de bileteke yekalî kirîye ku ji eyaleta Orlando here bajarê Îskenderîye ya Misirê ku di bileta wî de rawestgehên Chicago û Stenbola Tirkîyê hebûne.

Lê, karbidestan bal kişand ku ew şûna ku here Îskenderîye, li Stenbolê bîleteke din kirîye û çûye herema sînorê Tirkîyê û Sûrîyê.

Silêman ji hêla hêzên ewlehîya Tirk ve hatibû girtin û bo derbazbûna bi qaçaxî ya Sûrîyê hatibû tawanbar kirin .

Karbidestan got ku wan di encama lêkolîneke emaîlên Silêman de belgeyên cûrbecûr bi dest xistine ku dengê wî tê de tomarkirî ye û ew banga cîhadê dike.


XS
SM
MD
LG