Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heya Niha ji 3.8 Mîlyon Amerîkî di Hilbijartina Seroktîyê de Deng Dane


Projeya Hilbijartinên Amerîka ku pêzanînên derheqa dengdana pêşdem berhev dike, dîyar kir ku heya niha ji 3.8 mîlyonî zêdetir Amerîkî dengên xwe dane.

Proje dibêje ku Ji hilbijartinên serokîya Amerîka ya di 3'yê Mijdarê re tenê çar hefte mane û di heman dema sala 2016'an ya hilbijartina berê 75.000 kesan dengên xwe bi kar anîbû.

Michael McDonald ji Zanîngeha Florida, ku projeyê birêve dibe ragihand ku guherîn li gelek eyaletan, jiber dengdana zû ku wek rêyek ewledar ya di dema pandemîya vîrusa korona tê dîtin û daxwaza dengderan ku ser pêşeroja siyasî ya Trump bandorbikin, pêk tê.

"Me heya niha qet nedîtiye ku evqas pir mirov berîya hilbijartinê deng didin.Dema ku mirov biryarên xwe zelal dikin, dengên xwe didin, û em dizanin ku gelek kesan biryarê xwe ji zû de dane û di derbarê Trump de ji xwe xwedîye nerîneke û darizandineke ne, ” McDonald got.

McDonald bi sedema zêdebûna zûtir ya karanîna dengan pêşbînî dike ku qasî 150 mîlyon yan % 65'ê dengderên xwedî maf dê beşdarî hilbijartinan bin ku ev ji 1908'an vir ve rêjeya herî bilind ya rekorî ye.

Hevdem, McDonald da zanîn ku hejmarên ku heta niha hatine ragihandin ji 31 eyaletan tên û ev hejmar wê bi destpêka dengdanê ya li gelek eyaletan bi lezî pirtir be.

Wî herwiha got ku rêjeya giştî ya dengdana bi rêya nameyan di çend hefteyên pêş de were ragihandin.

Li Amerîka bilî 6 eyaletan, hemî eyaletan din bi awayên curbicur destûra dengdana pêşdem didin hemwelatîyan.

Komîsyona Alîkarîya Hilbijartinê ya Amerîka jî dibêje ku rêjeya dengderên ku roja hilbijartinê li navendên dengdanê, deng dane, berî vê salê bi berdewamî kêm dibû.

Komîsyonê herwiha ragihand ku hejmara giştî ya dengên pêşdem yan bi rêya nameyan di 2004'an de nêzîkê 25 mîlyon bû ku ev hejmar di dengdana 2016'an de 2 qat pirtir bûye û giheştiye 57 mîlyon dengan.

XS
SM
MD
LG